Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sînê] de;

1. kurteya navê sînemê û kurdiya navê resmî yê bajarê senendeca rojhilatê kurdistanê.. û her wiha navê straneka xweş ya koma wetan ku yekem koma muzÎka rockê ya bi kurdî ye.. stran heta niha ji aliyê koma rewşen û serap sönmez û nilüfer akbalê ve jî hatiye gotin.. di versiyona nilüfer akbalê de nûansek biçûk heye, tê de kurdistan dibe gulistan..

li gorî min xweştirÎn û serkeftîtirîn strana koma wetan e.. û heta niha tu kesî nekariyê bi qasê koma wetan ji heqê vê stranê de derkeve.. û her wiha bi rist û rêzikên xwe yên wekê birîndar im ez wekê teyrên nav ezmanên kurdistanê û dihebînim mîna ziyaretê navê sînê ve jÎ mijara sereke ya mijara rêzikên bêhempa yên stranên kurdî ye..



gotinên stranê:



Were Sînê

Were Sînê lê, Ez heyrana çavê te me

Heylê Sînê...

Were Sînê lê, Ez birîndarê bejna te me

Heyra minê



Tu kubar î lê, Mîna kevoka çîl û qerqaş

Rûbarê hewê...

Tu bedewî lê, Mina kulîlka nava çimanê 'eşîretê

Dihebînim mîna ziyaretê navê



Sînê

Sînemê, bedewa nav 'eşîrê



Birîndar im ez mîna teyrê nav ezmanê Kurdistanê

Were Sînê lê, birîndarê xwe bibîne heyra minê

Tu bizanbe ez tu car ji bîr nakim navê Sînê, Rûbarê dinê

Birîndar im ez, were Sînê , were Sînê...

Dihebînim mîna ziyaretê navê Sînê

Sînemê, bedewa nav 'eşîrê



gotin û mûzîk: kerem t. gerdenzerî ( xal û nîşana li ber t yê çi ye, tê çi wateyê ez jî nizanim..)



koma wetan: http://www.youtube.com/watch?v=IAd9K5HA7ik

koma rewşen: http://www.youtube.com/watch?v=vSRFL_aqz00

nilüfer akbal: http://www.youtube.com/watch?v=DozGeLWaPUA

serap sönmez: http://www.youtube.com/watch?v=BgHNldmrFv0



28.12.2013 04:54 | endazer