Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [johnny depp] de;

4. dibêjin ji kerba jina xwe, amber heard, tiliya xwe jê kiriye, û bi tiliya xwe ya jêkirî li ser eynikê; 'Starring Billy Bob and Easy Amber' (di rola sereke de billy bob û ambera sivik) nivîsiye. Here lînkê



17.08.2016 00:26 | endazer

1. bi navê xwe yê din john christopher depp.. aktor, derhêner û mûzîsyeneke amerîkî ye.. di 9ê hezîrana 1963an de li owensboro çavê xwe li dinyayê bel kiriye..

bêtir bi serîya fîlmên pirates of the caribbean û bi mûzîkala sweeney todd: the demon barber of fleet street tê nasîn, ya rasttir ez wî ji van fîlman nas dikim..

li gorî gotegotan dema ku aynur doğan li sirbîstanê konsertekî dide, emir kusturica, fatih akın û johnny depp beşdarî konsertê dibin, ji bo aynurê guhdarî bikin, piştî konsertê johny depp dixwaze ligel aynurê rûne û wê bêtir nas bike, dîsa li gorÎ gotegotan her çar bi hev re rûdinin û bi seetan ji hirde û wêde sohbetê dikin..

jinên femînîst, bi taybetÎ jî yên kurd gelekî hejê dikin..



29.12.2013 01:21 | endazer