Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [herêma goyan] de;

1. Geliyê Goyan 50km. li rojhilatê Şirnexê û 20 km. nêzîkî bakurê Zaxo ye.. Di nav çiyayên asê û bilind de ji 33 gundan pêk tê.. Ji nav 33 gundan 8 gund, Şî-baziyan-kalig-Şwêd-bileh-bêjuh-dêrahêne-mergeh ji beriya 200 salan ve gelê Asûrî-Suryanî lê bû.. Ji van gundên Şî û Baziyan heta bi sala 1984an jî şên bûn

Goyan, hem navê deverê ye û hem jî navê eşîrê ye.. Tirkan piştî danîna Komara Tirkîyeyê navê Goyan kiriye Uludere.. Qileban ku gundek ji gundên Goyan e, ew jî kirin navend.. Navê Qileban/Qulovon ji aliyê etîmolojîk ve li gorî gotinan ''Qul-avan'' an jî ji ''Kelha-ban'' peyda bûye..

Li gorî nîşaneyên cografîk û demografîk her du nav jî dirust in; lewre, Qileban devereke avî ye û kelehek dîrokî jî li raserî wê ye.. Dever bi têra xwe xwedî gelî, newal av û kaniyên sar e; çîya û banî, gelî û kendalên xwe ji daremaziyan xemilandiye û bi gûzên xwe jî navdar e.. Navdartirîn çiya, kêla memê yan jî bi navekî dî memî Şivan e, her du nav jî têne tê bikaranîn..



01.01.2014 23:48 | endazer