Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [leyla ile mecnun] de;

8. rêzefîlma ku min darî beşekî tenê jî nekiriye.. bi qasê ku min fêm kiriye popûlarîteya xwe ji Îma û îronî û qerîneyên xwe yên li ser rojeva tirkiyê ya muxalîf distîne.. derhênerê rêzefîlmê onur ünlü ye ku berê çend fîlmên sînemayê jî çêkiribûn lê xwe li ber vîzyonê zêde negirtibûn, camêr herwiha bi navûniçikê ah muhsin ünlü helbestên ecêb jî dinivîse û eger ne şaş bim pirtÛkeka wî ya helbestan jî heye.. ez dîsa vegerim ser rêzefîlmê min seyra beşekî tenê jî ji rêzefîlmê nekiriye ji ber ku ev deh sal tê heye ku seyra televîzyonê nakim.. li cem tirkan ji mîzah û espriyên aqilane zêdetir komedî yanî şeqlebanî û şempanzenî meqbûl e.. sînemaya tirkan ya di barê komediyê de û rêzefîlmên mîzahî, vîzonteleya yilmaz erdoğanê kerê çolê jî tê de tenê berdewama tradîsyona fîlmên şeban e..



31.08.2013 18:06 | endazer