Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diziya mijaran ji ferhengên din] de;

7. mijar û meseleya ku ez wek xweyê veker û bêjerê polemÎkê dixwzim bêjim ku ne li dijî diziyê me, ez bi xwe jî hema bêje pirraniya ferhengên tirkî ên înteraktîv teqÎb dikim û hem ji ekşisözlükê Û hem jî ji meydansözlükê- navê wê yê berê lafmacun bû- hesabê min ê nivîskariyê heye..

li dijî bêwesfî û bêkalîtebÛna mijarên ku têne dizîn im.. yanî dixwazim mijarên ku tên dizîn bikaribin tiştekî li tirşikê zêde bikin, dema yek bê tirşikê bikaribe jê îstîfade bike..

ya min bi xwe balkişandinek bû.. lê kî çi dike, çi didize bi keyfa xwe ye tabî..



03.01.2014 00:43 | endazer

1. diziya ku di nav ferhengên tirkî ên înteraktîv yên wekê ekşisözlük,uludağsözlük û itüsözlükê de gelekÎ tê kirin.. dema mijareka ku di ferhengekî de hatiye behskirin zêde balê bikişÎne, û zêde deng jê were tu hew dinêrî ku di ferhengên din de jî bi heman navî vebûyiye..

di tirşikê de jî êdî mirov dikare liqayî van mijarên îthal an malê diziyê were..

ya xirab tirkan çawa aliyên baş yên ewropiyan dabin aliyekî û para bêtir magazÎn û popÛler-kultura wan wergirtibin em jî destê xwe li xislet û xisûsiyetên baş yên tirkan nadin em diçin bi pey mîzaha wan ya efinkî û bêhnpêketî û nehsÎ û necisiyên wan dikevin..



02.01.2014 21:20 | endazer