Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lêlawe] de;

1. navê albûma pêşîn ya koma esrarê deyîr e.. peyveke kirmanckî ye û bi kurmancî tê wateya ava çavan an kaniya çavan.. solîstê komê, adem karakoç ev nav ji nav biwêjekî kirmanckî dîtiye û ji bo navê albûmê bikar aniye.. mera lêlawa cimanê to birişo nifir û bêduayiyeke kirmnckî ye eger min xelet fêm nekiribe bi kurmancî mirov dikare wek; bila av ji çavê te bizê, biherike an; bila ava çavê te birije be wrgerîne.. biwêjeje din jî ku peyva lêlawa tê re dibihure; Lêlawa cimanê mi, bi kurmancî: kaniya çavê min.. muhtemelen lîlava kurmancî ku tê wateya ava berfa heliyayî û lêlaweya kirmanckî ji esl û esasekî ne..

ez vegerim ser albûmê û biçekî behsa taybetmendiyên albûmê bikim.. albûm ji 10 stranan pêk tê û ji nav van her 10 stranan gotinên 7 stranan ji aliyê solîstê komê adem karakoç ve hatine nivîsandin.. di albûmê de ji her devokeka kirmanckî stran hene.. albÛm bi etîketa unit recordê derketiye bazarê.. û dîsa di albûmê de tarık ordu tembûrê lê dixe, alessio cazzetta gîtarê lê dixe, stefan mattig li kontrbassê dixe û sonja boesnach jî perkûsyonê lê dixe..



stranên di albûmê de:



1- gulam

gotin: gelêrî mûzîk: adem karakoç

2- zurayîn

gotin û mûzîk:adem karakoç

3- payîz de zerrîzey

gotin û mûzîk: adem karakoç

4- bêrtîje

gotin û mûzîk: adem karakoç

5- tew tew nazikê

gotin û mûzîk: adem karakoç

6- sitî

gotin û mûzîk: adem karakoç

7- demirvaj

gotin û mûzîk: gelêrî

8- lome

gotin û mûzîk: adem karakoç

9- hazir û nazir ê kami ya

gotin û mûzîk: adem karakoç

10- xo ra vîyartiş

gotin û mûzîk: adem karakoç



03.01.2014 06:37 | endazer