Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [galeria] de;

3. berê sînemayên dsmyê diyarbakır sanat merkezi yanî navenda hunerê ya diyarbekirê li vir hebû, ji mêj de ye min rêya xwe pê nexistiye, belkî hê jî hebe, neyse min di salonên vê sînemayê de seyra gelek fîlman kiriye.. vêca tik û tenê yanî bi serê xwe.. neyse jê re digotin avrupa sineması yanî sinemaya ewropayê.. fîlmên baş û bikalîte lê ji vîzyonê ketîn bi buhayeke erzan cardin diteyÎsandin ser peredeya keskesor..



16.01.2014 20:52 | endazer

1. ez ne şaş bim navê navenda pêşÎn ya bazirganiyê (bnr: mall) ya diyarbekirê ye..

lê vêga mêş jî pê ve nadin.. her marke û maxezeya ku dezgeha xwe lê vedike hêj meha wê temam nebûyî dezgeha xwe dide hev mal û berhemên xwe bi nîvbuhayekî difiroşin û bi çolê dikevin..

li ser vê mallê apartmanek sê blok ku her yek ji neh qetan pêk tê bilind dibe.. îro min bi serê çavê xwe dît ku b rastî jî 9 qetî ye ev apartman..berê yekî ji min re gotibûya li ser neh qet hene min ê sond xwaribûya û min ê gotibûya ji 6 qetan ne zêdetir e.. wekê din min li tu derî nedîtiye û nebihîstiye ku li ser navendeka ticaretê apartmanek hatibe çikilandin an di bin apartmanekî de navendeka ticaretê hebe..



16.01.2014 20:47 | endazer