Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [devliken kelogirî] de;

20. yê ku di radyoyê de bernameyê pêşkêş dike nivîskarê kurdistanbulê şivan zeren e..

devliken vêga di bernameyê de dev ji doxînsistiyê berdaye li girÎngîpênedana zimanê kurdî ya sazî û şaredariyên kurdî direşîne.. de bavoje devlikeno bajo..

''tirkî wekê vîrûsekî ketiye qûna kurdan, divê kurd xwe format bikin''



13.03.2014 23:49 | endazer

12. nivîskarê ku êdî natirşikîne..

bi heqîb û têra xwe ya ku bi argo û çêr û çîrokên erotÎk tijî bû, tirşik xweş dikir, lê êdî nema deng jê tê..



14.12.2013 00:07 | endazer

7. nivîskarê ku bi peyama xwe ya (bnr:pîspîsk/4502) ya derheqê pîspîsk an bi navê xwe yê din fîrfîrokê de ez ji kenan beecandime.. her hebe û her binivîse.. movik û girêçkên tiliyên wî neqerimin û neêşin înşalle..



23.07.2013 01:08 | endazer

2. nav û mexlasek têra xwe ecêb ji bo xwe hilbijartiye.. ya rast bi qasê ku ez ji navê wî fêhm dikim camêr tam li bayê vê ferhengê ye.. divê xweyîxêrek rabe ji çembilê wî re bigire û ji dêrîsê gunda derîne û bîne vir.. * wek li jor jî hatiye gotin nivîskarek ji nivîskarên lotikxaneyê ye û bi qasê ku min ji devê wî bi xwe seh kiriye demekî alîkariya teknîkî dida daye an dide bernameyeka ku di trt şeş-ê de diweşe.. û pirtûkeka wî ya ku ji pêkenokên erotîk yên li devera torê berhevkirî jî li ber çapê bû.. dibe ku hatibe çap krin jî ji mêj de ye haya min jê nîne..



29.06.2013 14:18 | endazer