4. navê blogeke xweş ya li ser sînemayê ye..
wek di peyama jorÎn de jî hatiye gotin şerh û şiroveyên derheqê fîlman de yên kevn yên di blogê pêşiyê bi tirkî ne, lê paşê ji nişka ve zimanê şerh û şiroveyên fîlmên vê taliyê qulibiye û dageriyaye ser kurdî..
ez dibêjim qey tesîra di tirşikê de nivîsandina xwediyê vê blogê jî li ser terikanddina tirkî û bi kurdî şirovekirina fîlmên vê taliyê jî heye.. blogeke sade û bikêrhatî ye, vêga ji ber ku kurd ne ji zimanê xwe lê ji zimanê biyanan berê xwe didin sînemayê belkî xatirê blogê neyê zanîn û qedr û qîmetê wê neyê girtin.. lê siba dusiba çawa li bakurê kurdistanê jî wekê evrokeya başurê kurdistanê kurdî pere kir û xelkê bi kurdî bi xwe da her tiştî hingî blog jî wekê hemû tiştên din ên baş û bikêrhatî yên bi kurdî wê bikeve di rewacê de..
|