Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mazlumozdogan] de;

25. heta roja piştî civÎna li amedê jî, min digo qey navê wî mazlumdogan e.. lê paşê piştî ku li ser facebookê em bûn heval ez li öza li pêşiya paşnavê wî warqilîm..

camêr xweş dinivîse, lê ditirsim ku ew jî wekê camêrên dî ku wextekî wekê kela nîskê fûr-fûra wan bî û paşê bi yek derbî danîn û ji nav çûn û ji holê wenda bûn, stara xwudê li ser be.. *



21.04.2014 02:54 | endazer

5. nivîskarekê tirşikê ye, yek ji nivîskarên împort yên ku tirşikê di berdêla bonservîsekî bêqîmet de ji ferhengên din ên înteraktîv transferî xwe kiriye ye û ez ne xelet bi kampanyeya danasÎna tirşikê ya li ser twitterê hay û xebera wî ji tirşikê çêbûye Û di tirşikê de qeyd bûye.. bloga wî ya ku tê de bi kurmanciya xwe ya sade û şêrîn behsa fîlmên xwe yên ber dilê xwe girtî dike, xweş e û hêjayî xwendin û şopandinê ye, lê wekê her blogeka kurdî naveroka wê kêm e û zêde ne aktûel e..

bêyî ku ji bîr bikim, em bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê xêrhatinê lê dikin û hêvî dikin ku di tirşikê de mayînde be û tu dostik û hewiyan neyîne ser tirşikê..



05.02.2014 00:51 | endazer