Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kingdom of heaven] de;

1. fîlmeka derhênerê îngîlîz ridley scott e.. di sala 2005an de hatiye kişandin.. behsa sefera artêşa îslamê ya di pêşengiya selahaddîn eyyûbî de ya bi ser bajarê qudsê ve û berevaniya artêşa keyaniya qudsê ya bi alÎkariya artêşa xaçperestan ya li hemberî vê seferê dike..

di fîlmê de aktor û aktrîstên berniyas yên holywoodê yên wekê orlando bloom, liam neeson, jeremy irons, edward norton û eva green dileyîzin..

fîlm çendî ji aliyê derhênerekî rojavayî û nemisilman ve jî hatibe kişandin, lê bi nisbî be jî mirov dikare bêje, heta ku jê hatiye xwe ji xwudê û ji objektiviyê nekiriye.. û selahaddîn eyyûbî baş karakterîze kiriye..

ez çima behsa vê fîlmê dikim? ji ber ku eger xwudê hez bike û bêje erê, ez ê îşev vê fîlmê ji bo kanalekî wergerînim kurdî, anku li ber bejna kurdî Û kurmancî bifesilînim, li hêviya bin!



05.02.2014 23:48 | endazer