Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mihemedo] de;

1. yek ji xweştirîn helbesta arjen arî û beste û strana koma dengê azadî û mehmet atlı ye.. şair di kesayeta gerîllayeke bi navê mihemedo de avêtiye ser hemû qurbaniyên riya azadiyê ev helbesta xwe.. her ku berf tê ev stran tê bîra min, kirasek berf im, li vê zivistanê.. helbest di dîwana ramûsan min veşartin li gelîyekî de cih digire..



''kirasek berf im vê zivistanê

kûr-kûr dibarim li Dara Hênê

ewro vebe l'me, ezmano vebe

egîdek birîndar e li vê da hanê!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê pêsîra Pasûrê

qeşa girtiye, ba lê dizûrê

şivano! bişdîne têla tembûrê

Mihmedo bêje li wê da hanê



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê dûr e ji wê de

vê de Gebar e ji min û Xwedê de...

Herakol e vir, wirtir Cudî ye

şivano, derbê cihê xwe diye!



Mi

hee

mee

dooo!



vê da hanê qeraxa Mûnzir e

Dêrsim şahid e ku doz nemir e

xwîna herikî j'bîra kê dire...

Mihemedo bêje vê zivistanê



Mi

hee

mee

dooo!



Mihemedo egîdek bênav e

ijde salî de xortek berzave

bistire, Zozan bike serhawe

qaqebxo divê, lo law me dijmin diye!''



16.02.2014 22:27 | endazer