Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rasteqîn] de;

28. tiştekî gelekî normal e wekê hemû xwudênenasan ew jî beramberî her ol û baweriyekê de derkeve.. gotinên wî yên di du peyamên ser vê re de di nav dunikê de hatine danan jî divê di bin banê vê tercîhê de bê dîtin..

li gorî xwudênenasekî normal e û tiştekî asayî ye dîn û xwudê tiştekî wek mît û efsanewî bê dîtin.. xwudênenasek heta ku êrîş nebe ser xwudênas û bawrmendekî, heqê tu kesî nîne lê bigire û bireşîne..



24.06.2014 17:45 | endazer

25. dîsa bûye armanca tÎrên neheq..

dehê wekê rasteqîn hişazad di tirşikê de hebûna niha tirşik ne di vî halî de bû..



24.06.2014 16:10 | endazer

20. ser xêrê dîsa li tirşikê vegerihaye..

dÎsa di xurcezîna xwe de têra xwe tişt anîne..

cardÎ bi xêr hatiye, hêvî dkim, vê carê mayînda be, û bi tu derÎ ve wenda nebe..



06.06.2014 15:22 | endazer


14. lokomotîfa vê dawiyê ya tirşikê ye, camêr di 18ê sibatê de qeyd bûye û duh yanî di 16ê adarê de jî gotiye bes e êdî nema dinivîsim yanî di nav 28 rojan de 741 peyam nivîsandine di tirşikê de ev yek rekorek e ku zû bi zû tu kes nikare jê bibihure.. û dema mirov bala xwe didiyê peyamek tenê vala û ji hewesa dilî re hatî nivîsandin nîne, camêr derheqê fîzîkî de dinivîse, derheqê dîrokê de dinivîse, derheqê mîtolojî û etnografî û fîlolojî û gelek zanistên din ên ku vêga navê wan nayên bîra min..

min di peyameka xwe ya dî ya li jêr vê mijarê de jî nivîsandiye, rasteqîn zanatirîn û şarezatirîn nivîskarê tirşikê ye, ez vê yekê ne ku ji ber ku fikrên me yên derheqê siyasetê de nêzikî hev in dibêjim, ez li peyamên wî yên di tirşikê de dinêrim û dibêjim.. ji bo nimûne nazim tolhildan erê sempatîzaneke karakterîstîk ê öcalan e yanî li gorî termînolojiya apociyan apociyeke ji xwe çêtir e lê dema di bin mijareke din a derî siyasetê de dinivîse mirov tê derdixe û dibêje temam evî camêrî tiştin xwendine, lê dema mirov peyamên sempatîzanên wekê cekdar û ciwan filan dixwîne mirov dibêje temam dewletê bi awayekî zirar û ziyanek gihandiye van û wan jî dîtiye ku öcalan li hemberî dewletê çek hildaye, ew jî çûne öcalan ji xwe re kirine rêber hetta ev meseleya rêberiyê li ser gelê kurd jî ferz kirine û îradeya xwe teslîmî wî kirine û gotine ha ji te re ka me azad bike filan yanî ji xwe re kirine totem û dema kesek rexneyekî lê digire û dijûnan lê dike, bi qebûl û qalibên xwe yên ji xelkê deynkirî an ji devê xelkê sehkirî radibezin xelkê û xwe dînomîno dikin..

wextekî nazim* jî piştî îdîa û îthamên min ê derheqê öcalan û pkk de gotibû êdî nema ditirşikînim lê piştî dît ku tirşik ji min re maye rabû poşman bû jiya xwe hat xwar û li tirşikê vegeriya..

hêvî dikim ku rasteqîn jî evê qerara xwe cardî revîze bike û poşman bibe û vegere tirşikê..



17.03.2014 00:41 | endazer

10. dibêjin di ezmûna têketina zanîngehê de bûye 104. (sed û çaremîn).. û dev ji xwendina xwe ya di zanîngehên marmara û boxazîçiyê de berdaye..

min jî di vê ezmûnê de puaneke baş derxistibû lê ne bi vê ecêbê..

ji vir Û pê de êdî ji bo min the monk who sold his ferrari yanî metranê ku ferrariya xwe firotiye yek e..



08.03.2014 20:22 | endazer

7. nivîskarê ku bi xurcezîn û gencÎneya xwe ya wekê keştiya nuh nebî ji her tiştî cotek tê de heyî, min ecêbmayî dihêle û kêfxweş dike.. çend kêmasiyên wî yên rêzimanî hene, lê eger bi vî awayî di tirşikê de berdewam be, di nav du sê hefteyan de wê bikaribe bihêsanî pirtûkeka rêzimanî li pirtûkxaneya kurdî zêde bike..



22.02.2014 16:34 | endazer

1. nivîskareke nipûnû yê tirşikê ye.. bi zimaneke xweş û sivik û sade û objektîv dinivîse.. bi qasê ku dixweye ne mûrîd û mûbtelayê tu rê û rêxistin û rêberan e.. hebûna kesayetên bi vî rengî yên azad û serbixwe yên di nav civaka kurd û civaka tirşikê de ji bo min cihê kêfxweşî û şanaziyê ye..

xwudê bike ku di tirşikê de her berdewam û temendirêj be..



19.02.2014 15:03 | endazer