Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kurdên ku bi çavê oryantalîstekî li kurdistanê dinêrin] de;

3. (bnr: helly luv)



09.03.2014 23:16 | endazer

1. bi piranî kurdên ku ji kurdistanê dûr li welat û wîlayeteka ewropa û emerîqayê dijîn bi vê nexweşiyê dikevin.. bi dilekî paqij dixwazin bal û meyla raya giştî ya xanim û mîrzayên ewropayê bikişînin ser kurdistanê, ji bo vê yekê hêmayên mîstîk û egzotîk bikar tînin, ji ber ku li gorî fêhm û feraseta welatiyên sade yên ewropî û emerîqî, ji ewropa û emerîqayê wêdetir herkes li ser pişta ker û bergîr û hêştiran diçe û tê, ji emerîqa û ewropayê pê ve her der çol û beyaban e, qene qal û qirşek jî lê şîn nabe.. medeniyetê riya xwe bi van deran nexistiye filan.. ev hinek kurdên me yên dinya û ewropa-emerîqadîtî jî ji bo ku kurdistanê li ber dilê ewropiyan sempatîk nîşan bidin gelek caran di kar û xebatên xwe de hawara xwe digihînin hêma û elementê oryantalîst.. û vê yekê jî bi ser navê senteza rojhilat û rojavayê didin nasÎn û nûmayîş dikin..



21.02.2014 03:42 | endazer