Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [deştî vs çiyayî] de;

8. li cizîrê deştî û bajarî ne eynî kom û komelgeh in..

bajarî ji bo cizîriyên esîl yanî ji berê de li cizîrê niştecih in û li cizîrê dimînin tê gotin û deştî jî ji bo ehlê gundên deştê yên li derdora cizîrê, ku piştî gundên wan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye şewitandin û valakirin, bar kirine hatine li cizîrê êwirîne tê gotin.. û çiyayî jî ji bo ehlê gundên çiyayî yên li derdora cizîrê tê gotin..



cizîr bi rastî jî bajareke kozmopolît e, tê de çîn û tebeqeyên civakî yên wekê gundiyên deştî, gundiyên çiyayî, bajarî, mitirb û koçer hene -tabî koçer jî di nav xwe de li gorî êl û eşîran dibin gelek behr û beş- berê fileh û aşûrî û cihû û ermen jî hebûne, lê bedirxan paşa bi teşwîq û teehrîkên dewleta osmanî qelana wan aniye..



çend ferqên bel û berbiçav di nav deştî û çiyayîyên cizîrê de hene..



ji ber ku ehlê gundên çiyê ji berê de neketine di bin nîr û fermanê tu beg û axayekî de, anku hikumdariya tu kesî di ser xwe re qebûl nekirine zirz û şerûd û serhişk in, zêde mexrûr in, wekê coxrafiyaya xwe asê û girtî ne, zû bi zû kesî nayêxin dinav xwe de, û bi xwe jî naçin di nav tu kesî de..

lê ehlê gundên deştê ku li deverinan jê re berrî-vanî jî dibêjin tu carî nekarîne xwe bi temamî ji bin û ber destê hikumdaran xilas bikin, ji ber vê bextreşî û bêqederiyê, exlaq û tebîetê bîat û îtaetê li reh û demarên wan geriyaye, zêde sernerm in û biçekî eyarfireh in.. wan jî daye bi ser erdê xwe yê rip û rast ve..



22.02.2014 03:54 | endazer

2. ev ferq li cizîrê jî heye.. di her warÎ de reqabeteke nedîtî di nav van herdu aliyan de heye..



21.02.2014 23:56 | endazer