Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kyk] de;

3. dirêjiya wê kredi yurtlar kurumu ye.. bi kurdî û kurmancÎ wekê peyama ewilîn ya vê mijarê mirov dikare wek saziya krêdî û wargehan wergerîne.. ji ber ku di lÎseyê ez têra xwe di wargehê de mam, di zanînegehê min nexwest ez lê bimînim û ez lê nemam.. lê ji devê hevalên ku lê diman ez kêm zêde dizanim bê geh û wareke çawa ye.. niha di şûna wargehên berê yên klasîk de dewlet wargehên nîv-taybet çêdike, li amedê, li nav kampûsa zanîngeha dîcleyê de wargeheke ku ji çar blokan tê pê, ji bo xwendekarên keç wargeheke kompleks hatiye çêkirin, ku mirov guneh dike lê binêre.. di van wargehên nîv taybet de, odeyên xweş û fireh, di her odeyekî de herî zêde sê kes dikare bimîne, dîsa di her odeyekî de serşok û daşir, û dîsa di her odeyekî de sarinceke mînî û mobÎlyayên lÛks û kêrhatî û înternet heye..

tekane kêmasiya van wargehan aqliyet û mantalîteya kevnik û bêhnpêktetî ya midûrieyet û karmendên van wargehan û gendelî û çepeliyênşîrketên ku şixulandina kantîn û xwaringeha wargehan digirin ser milê xwe ye.. ev kêşe jî encex bi guherîna mantalîteya civakê safî dibin ji xwe..



10.03.2014 00:12 | endazer