Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [duman] de;

2. navê komeka mûzîkê a tirk û bi tirkî.. di sala 1999an de ava bûye.. çeşn û cureya mûzîka xwe wek alternatif rock û grunge binav kirine, kom ji vokalîst kaan tangöze, gîtarîst batuhan mutlugil, bas gîtarîst ari barokas û baterîst cengiz baysal pêk tê..

çend stranên wan yên xweş yên wekê aman aman, seni kendime sakladım, helal olsun, xweş in û hêjayî guhdarîkirinê ne.. bi navê eyvallah stranek tûj û dijwar ji bo serokwezîr û hikûmeta akpê çêkirine.. sounda stranê bi qasê gotinên stranê xweş û serkeftî ye..



Duman - Eyvallah:



02.03.2014 02:52 | endazer

1. peyveke tirkî ye, bi kurdî û kurmancî dû, dûkel, dûxan anku toza yan bayê ji agirî hildikeve..

li gorî wîkîpediyayê etîmolojiya peyvê: ji tirkî duman ji tirkiya kevn tuman ku belkî herwiha serekaniya peyva tem ya soranî be jî ku van salan bi rêya nivîsînê ketiye kurmancî jî. Dûman tenê di kurdî de li deverên nêzîkî tirkî heye, di zaravayên din yên kurdî yan zimanên din yên îranî de peyda nabe. Tevî ku "dû-" wek ji "dû" (dûkêl) be jî, ne ji wê ye ji ber ku peyva "duman" di piraniya zimanên tirkî de heye: azerî, tirkmenistanî, gagawzî...



02.03.2014 02:45 | endazer