Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ibrahim tatlıses] de;

5. muhsin kızılkaya di nivîseka xwe ya li ser ibrahim tatlıses de dibêje berê di hevpeyvîneka xwe de gotiye ku eger ez rojekî bi kurdî neaxivim zimanê min min diwerime.. zilamek têra xwe popûlîst û pragmatîst e xêr û berjewendiyên wî li kû derê bin kon û xîveta xwe li wir vedide.. diya wî kurd û bavê wî ereb e.. li gorî heman nivîsê dibêje ku di sala 1991an de di albûmeka xwe de du stranên kurdî strandine lê piştî ku albûm derdikeve û belav dibe du rojan hinek guhê wî dikişÎnin û ew jî neçar dimîne albûma xwe dide hev û wan herdu stranên kurdî bi yên tirkî re dike pêguhertî û berdêlî.. dîsa li ser bextê heman nivîse di hevpeyvîneka xwe ya di rojnameya cumhuriyetê de derketî de dibêje ku eger ez albûmekî kurdî derxînim wê kêma kêm yanî herî kêm sê milyon heb were firoştin.. ji bo temamê nivîsê:

http://www.ilkehaber.com/yazdir/haber/muhsin-kizilkayadan-bir-tatlises-portresi-15670.htm



22.09.2013 20:44 | endazer

3. ya ecêb ew e ku camêr di vê daxwuyaniya xwe ya dawîn de jî nekariye an newêriye bêje kurdistan û gotiye ji bo xelkê iraqê ez ê nizanim çi bikim.. bi qasê ku ji daxwuyaniyên wî dixweyin û tê têgihiştin şirîkê wî yê berê yê herêma kurdistanê pehînek xweş li derê qûna xistiye û camêr di nîvê rê de hiştiye û îhaleya temamkirina projeyên ku bi şirîkatî hilgirtîn ser milê xwe hêliştiye û hildaye ser milê tatlises.. wek simurg56 jî gotî li başurê kurdistanê mêl û eleqeyek mezin ji bo Îbrahîm tatlisesî heye.. haşa hizûrê camêr rabe û xwe bi dê û jinên hinekan bixe wê nebêjin na û nirç jî.. wekê din camêr çendî tu eleqeya wî bi pkk-ê re tunebe jî ji aliyê nijadperest û tirkçiyên kêmaqil ve bi sempatîzaniya pkk-ê tê îtham kirin û îdîa dikin û welê bawer dikin ku alîkarî û piştgiriya fînansal dide rêxistinê..



02.07.2013 12:08 | endazer