14. nivîskar konê reş li ser dîroka binxet/herêma cezîrê/rojavayê kurdistanê nivîsek xweş lê kiriye: |
|
17.10.2013 22:57 |
endazer
|
8. nivîskar û folklornas û berhevkarê kurd salihê kevirbirî jî li ser valakirin û bicihhiştina rojavayê kurdistanê ya ji aliyê kurdên ji rojavayê kurdistanê ve nivîs û analîzek xweş û di cih de nivîsandiye.. salihê kevirbirî mînaka cihû û îsrailiyan ji bo kurdên li rojavayê kurdistanê dide û dibêje divê her kurdek heta biçek hêz û mefer û derfet lê heyî bajarê xwe û gundê xwe neterikîne û ji ereban re nehêle.. çimkÎ dever çi qas kurdistanî be jî eger niştecihên wê ne kurd bin ji parçeyek kurdistanê nayê hesibandin.. |
|
19.08.2013 03:47 |
endazer
|
7. li ser helwest û polîtîkayên pydê yên li rojavayê kurdistanê ji gerînendeyê giştî yê rojnameya rojane rûdawê ya ku li başûrê kurdistanê weşanê dike ako mihemed nivîs û analîzek hêja û rêveker û pêşbîner..http://rudaw.net/kurmanci/opinion/130820131 |
|
19.08.2013 01:38 |
endazer
|
6. nivîsek hêjayî xwendinê ji qelema nivîskarê kurd konê reş derheqê koçberiya kurdan ya ji gund û bajarên xwe berev bakur û başûr kurdistanê û guherîna bajarê qamişlo û herêma cizîreyê.. http://www.welatperwer.com/qamislo-ji-welatiyen-xwe-vala-dibe-u-dimografiya-we-tete-guhertin/ |
|
19.08.2013 01:30 |
endazer
|
5. parçeyê kurdistanê yê ku ji aliyê dewleta sûrî ve hatiye îşxal û îstîmlak û îlxakirin e.. di sala 1939an de bi peymana sînor di navbera dewleta sûrî û ya tirkiyê de ev beş Û parçeyê kurdistanê ji parçeyên din hatiye veqetandin.. berê ji vî parçeyê kurdistanê re digotin binxet û ji bakurê kurdistanê re jî digotin serxet.. nifûsa kurdên li vî parçeyî nêzî 3 an 4 milyonan e.. mezintirîn bajarê vî parçeyê kurdistanê bajarê qamişlo ye û pirraniya kurdên ji vî parçeyî vî bajarî ji xwe re wek paytext dibînin.. wekê din bajarê amûdê, efrîn, kobanî û dêrika hemko jî bajarên mezin û meşhûr yên rojavayê kurdistanê ne.. di sala 1962an de ji bo ku rê li ber nûfûs û nûfûza kurdan bê girtin û parçeya kurdistanê cardin bê parçekirin ji aliyê rejîma beasê ve teqrîben 350 gundên kurdan hatin valakirin û nêzikî 200 hezar kurd jî ji welatîbûna sûriyê hatin avêjtin û li gundên hatîn valakirin jî erebên bedewî yên ku ji ber bendava tebqayê aware bûyîn hatin bicihkirin û gelek kurd jî bi sebeba li dijî derketina dewleta sûrî û bêemriya serokê dewleta sûrî bi îşkenceyê hatin kuştin.. pirraniya kurdên ku bi darê zorê ji gund û bajarên xwe hatîn derxistin li bajarên wek şam û hema û heleb û hums û lazqiyeyê bicih bûne.. niha nêzî milyonek kurd li van bajarên sûriyê dijîn.. wekê din li rojavayê kurdistanê ji xeynî erebên ku bi darê zorê hatîn bicihkirîn aşûr û ermen û suryan û duriz jî hene.. herwiha ji bilî misilmanan êzidî û xirîstiyan û elewî jî hene.. pirraniya xelkên li rojavayê kurdistanê bi çandiniyê debara xwe dikin.. genim û ceh û nîsk û nohk û pembû û zeytûn û fisteq gelekî tên çandin û hilberandin.. sedan 60ê nefta sûriyê ji vê deverê derdikeve.. pirraniya bîrên neftê li devera rimêlanê ne.. piştî 2011an muxalefeta sûrî li himberî rejîma sûriyê şerê çekdarî ragihand hêz û partiyên kurd bi dawet û daxwaza serokê hikûmeta herêma kurdistanê mesûd barzanî li hewlêrê civiyan û di bin banê desteya bilind ya kurd de gihan hev û biryar standin ku li vî parçeyê kurdistanê ji bo federasyonê wê têbikoşin.. lê piştî ku pyd xwest ku ku hemû hêz û partiyên din têxin di bin dest û desthilatdariya xwe de gelek hizb û partiyan xwe ji dbkê vekişandin.. berî çend mehan çend bere û şebekeyên îslamîstên radîkal yên terorîst bi eger û mahneya ku pyd li ser hesabê rejîma esed şer dike û tev digere şer li dijî pyd û deverên kurd yên ku di bin destê pydê de ne ragihand û çend serbaz û fermandarên artêşa azad a sûrî ya bi ser opozîsyona sûriyê ve jî piştgirî dan van şebekeyan.. lê heta niha şervanên ypgê yên bi ser pydê ve û cebheya el ekrad ya ku berê bi ser artêşa azad ve bû û şênî û niştecihên kurd yên ku bi serê xwe gund û bajarên xwe li dijî terorîstên îslamî diparêzin ev bere û şebekeyên terorîst negihiştine mirad û mexsedên xwe.. |
|
19.08.2013 01:23 |
endazer
|