Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ava spî] de;

1. seyrangeheka li ser rêya nisêbînê ye, di rastiya xwe de li ser midyadê ve ye lê nizanim çima navê wê bi nisêbînê re derketiye, hevalekê min ê midyadî her gav û seet ji vê yekê gazindan dike.. ava wê gelek xweş e lê ji ber ku li herdu aliyên avê jî cihê rûniştinê hene û bi piranî yên têne bi malbatî têne, derfeta xwekirina avê yanî melevaniyê çênabe, lê vê paşiyê dema ez û çend heval em çûnê, hingî tesîsekî bi sebeba ku şÎna wan heye cihê xwe girtibûn, û cihê ku tesîsa wan lê jî di dawiya avê de bû û ji çavan jî dûr bû..

axirê me têra dilê xwe, xwe kir av û em derketin..

dema hûn çûn hûn bi xwe goştê xwe bi xwe re bibin û hûn bi xwe çêkin hem xweştir e û hem wê erzantir li ser we bisekine.. û eger kêfa we ji dawetê re tê, ji xwe serê her quncikekî kemençejenek heye hûn dikarin di berdêla buhayeke biçûk de kemençejenekî bgirin û têra dilê xwe govendê jî bigerînin..



04.03.2014 18:04 | endazer