Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aş çûwe to pirsa çeqçeqokê dikî] de;

1. ev gotina he tê gotin gava li malê da, yan li gundî da xemxwarinek mezin û zêde ji tiştên kêm û bê xêr bêt kirin, û tiştên hêja û berketî li ber linga biçin û pirsyar lê neyêt kirin, wê bê gotin: "aş çuwe to pirsyara çeqçeqoyê dikî!"



dibêjin carek êkê li mekehê pirsyara mala qazî kir. xweyê xêrekê mala wî nîşê kir, çaxê çû li ba qazî; qazî pirsyar jê kir:

te xêr e?

got: qazî xweş bit, ez li ahrama da û li mekehê da min mêşek reş kuştîye ka cezayê min çî ye?

belê qazî hind ecîb mayî ma got: baş e cenabê te xelkê kûdê ye?!

got: ez îraqî me,

qazî got: ji kî rexê îraqê?

got: ji xwara îraqê,

qazî got: nekû xelkê kerbelayî?

got: belê..

qazî got: de rabe derkeve hêj min devê xwe li te nevekirî, pirsyara xwîna mêşa reş dikî?! belê pirsyara xwîna neviyê pêxemberê xudê nakî! ! de rabe derkeve hêj zû, hey ne ez ê wê li te bikim tu hêdî rê bidergehî nebî..



04.07.2013 16:46 | endazer