Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tu bihata] de;

3. şiroveya mirady ya vê helbesta êş û talanê:



05.07.2013 16:56 | endazer

2. demekî min ev helbest jî wekê hemû helbestên din ên arjen arî wergerandibû tirkî lê mixabin niha digerim-nagerim bi ser ve nabim..

heyf! demekî me qewlê xwe kiribû yek ku em van wergeran paqij bikin û ji bo xwînerên tirk û kurdên kurdînezan çap bikin lê emrê rehmetî têrê nekir..



05.07.2013 16:54 | endazer

1. navê helbesteka şairê nemir arjen arî ye ku stranbêj mirady ev helbest kiriye beste û di albûma xwe de xwendiye an stirandiye..



himbêzek ramûsan man li keviya çêm

te gotibû îşev ez têm,

îşev, beriya hîv dagere kevan...

ma gund raneza, ma sa ranezan

xayînê, tê bihata...

dilê min sed carî di sînor werbû!



tu bihata, kaniyek din li xanikan zêde d'bû

tu bihata, nêrgizlokê j'êvar de rêber bû

tu bihata, xewlecî bû binê pirê;

kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê

xayînê, tu bihata

ev dil li dû te binxet nedibû! .



05.07.2013 16:51 | endazer