Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [cin] de;

10. ecêb e lê heta niha min kî dîtibe û kî nas kiribe, wextekî pÎrika wan ji aliyê cinan ve hatiye revandin, paşê li gorî rîwayetan ev pÎrika tiberik dibe pÎrika jina mîrê cinan û piştî zayînê jî wek perû torbeyeke tijî qaşilên pîvazan didin pîrê û ji pîrê re dibêjin nebe ku heta tu bigihî malê, tu deriyê vî torbeyî vekî, pîrê jî di rê de bi mereqa xwe nikare û di nîvê rê de devê torbeyî vedike û çi bibîne torbeyek tijî qaşilên pîvazên hişk, pîrê qaşilên pîvazan di rê de dirijîne û tê ji nefsên malê re çîroka xwe ya revandinê dibêje, ji nav nefsên malê yekî dinyadîtî dibêje keçê bêaqilê çawa tu têyî malê ew qaşilên pîvazan hemû dibin zêr, keçê kezîkurê te çima avêtin, pÎrê diçe torbeyê xwe saxtî dike çi bibîne du sê lib zêr di binê torbeyî de mane hema bi dest xwe re dikeve ser rê diçe cihê ku qaşilên pîvazan lê avêtibûn, lê heta digihije wir cinan qaşilên xwe vedane û birine.. yanî di her civateka ku lê behsa cinan tê kirin miheqeq yek di serlehengiya pîrika xwe de vê çîrokê dibêje..



18.03.2014 22:56 | endazer

3. belkî kes bawer neke lê duh min tam ev mijar vekir peyama xwe lêkir û hê deqîqeyek di ser re nebihurî li malê ceyran çû û înternet qut bû û ligel ku jeneratora sîteyê heye, jenerator jî neket dewrê de.. ez dibêjim qey dema ku dîtin efsûna jimeçêtirbûna wan şikestin xwar aciz bûn û çûn ceyrana malê qutkirin..

û îro jî ez ji malê derketim hatim cem sekingehê çi bibînim hem baran dipeşkîne û hem jî tav diteyîsîne..



(bnr: eyda cinan)



18.03.2014 17:02 | endazer

1. jîndar û giyandarên ku li gorî bawerî û rîwayetan hene lê bi serê çavên benî ademan nayên dîtin.. di kurdî de nizanim ne j ber rêz û hurmetê ne ji ber tirsê ji wan re yên ji me çêtir jÎ tê gotin..

wextekî di civatekî mesele hat ser cinan yê ku behsa cinan dikir got ji me çêtir, mamê min ê henekçî jî rahişt peyvê li nav guhê feqîro da, go ji te û heft bavê te çêtir in, çiya wan ji me çêtir e.. filan..



(bnr: eyda cinan)



18.03.2014 01:36 | endazer