69. civîna ku ez dibêjim qey li ser twitter û facebookê ji ber ku bi dorfirehî reklama wê nehatibû kirin, zêde kes û nivîskar neçûnê, û dîsa ji ber ku di civÎnê de tirşik tunebû, gelek kesên ku dixwestin herin civÎnê neçûn.. ji bo nimûne şêva berî civînê camêrekî bi navê dilyar amûdî li ser twitterê, pirsa civînê ji min kir, min jî lÎnka mijara tirşikê ya tirşikê de jê re rêkir, paşê got ez geelkî hej tirşikê dikim eger di civÎnê de tirşik hebe teqez ez ê biçimê, min jî got organÎzatora civÎnê hevaleka jin e, tu dixwazî here, tu bi xwe jê bipirse, nizanim îcar çi kir, dîsa li ser facebookê çend canik û camêran hem li ser lînka ku min şeva berî civînê li ser hesabê xwe parve kiribû û hem jî bi riya peyamên taybet, ji min re gotin em dixwazin herin civÎnê lê, kurmanciya me têrê nake, an em fihêt dikin, filan, yanî eger yekî ''berî hilbijartinan'' xwe gihandibûya van canik û camêrên heftdil û bêqerar û hemû fihêtî û tirs û xem û mereqên wan bersivandibûna, niha wêneyên civînê ev qasî vala nedibûn.. * |
|
21.04.2014 02:27 |
endazer
|
58. mala xwudê ava ku me wêneyên civÎnê jî dîtin.. |
|
20.04.2014 20:57 |
endazer
|
56. civîna ku bi peyama xwe ya ser vê re, ez xemgîn kirime.. |
|
20.04.2014 19:46 |
endazer
|
53. organîzasyona ku du saet û nîv jê re maye, |
|
20.04.2014 14:31 |
endazer
|
37. bi qasê ku dixweye heta niha nivîskarên ku gtine em ê tevil civînê bibin ev in; gêjê, ceso, ervah.azad, argeşbotan, oxir, diljan, wiha wilo wisa û derqami.. ez nû lê warqilîm ku civÎn siba ye nexwe min ê çend heval bi ser civînê de şandibûna, ez ê niha danezana civînê li ser hesabê xwe yê facebook û twitterê jî parve bikim û hêvî dikim ku hemû nivîskarên tirşikê parve bikin, |
|
19.04.2014 01:57 |
endazer
|
36. henek menek civîna ku wê siba serê xwe li dar û beran bixe ye.. |
|
19.04.2014 01:50 |
endazer
|
24. ez ê nekaribim beşdar bibim lê bi ser navê xwe çend hevalan ji bo çavdêriyê bişÎnim.. * |
|
09.04.2014 22:54 |
endazer
|
15. civîna ku wek pêşniyar dikarim bêjim bila li ser girê çamlıcaya mezin bêye kirin.. |
|
04.04.2014 14:17 |
endazer
|
3. civîna ku wê ji civîna ewil ya li amedê xweştir û sûdewartir bibihure ye.. |
|
25.03.2014 01:46 |
endazer
|