Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mûçing] de;

6. alava ku li cizîrê li deverinan ji bo çinîn û qusîn û jêkirina neynûkan û li deverinan jî ji bo çinîn û kişandin û hilkirina mûyan tê bikaranîn.. li cem me alava ku pê neynûk tên jêkirin mûçing an mûçinga neynûkan û ya ku pê mû tên hilkirin jî cimbiz e.. min mereq kir gelo navê alava ku neynûkan dibirre çi ye?



24.09.2014 16:40 | endazer

3. ecêb e lê em li cizîrê ji meqesa neynûkan re dibêjin mûçing..

ji bo darêştin û çêkirina peyvên nû nimûne û mestereyeke baş e.. mû+çing

peyv+koka lêkerê+qertafa gyê (ev g belkî di destpêkê de -ik be paşê pê re pê re li ser dev û zimanê xelkê perçivîbe ji hal û forma xwe ketibe û veguherîbe -gyê), xêra xwudê ye, ka ez ji xwe re çend peyvekî nû çêkim.. tişta ku erebê dibe çi ye? erebe+bir+ing

tişta ku dilê mirov ji xwe dixelîne çi ye? dil+xelîn+g (erê nexwe ji bo tiştên 'kerx'' û ''iğrenç'' em karin bêjin ''dilxelîng'' jî binêr evê ber dilê min girt..

tişta ku stranan dibêje çi ye? stran+bêj+ing anku bêjinga stranan erê em êdî ji radyoyê re bêjin stranbêjng bêjinga stranan, ji xwe herdu aparloyên radyoyê jî dişibin bêjingê, lê divê em leza xwe bikin ji ber ku zêde nemaye radyo jî êdî wekê gramofonan ji meriyetê rabin..

bes e ev qas.. divê vegerim ser îşê xwe.. tişta ku mirov vedigerîne ser karê xwe? kargerîng? *



24.09.2014 02:49 | endazer