Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mobîl versiyona tirşikê] de;

47. heta niha min lÎnka wê ji kê re şandibe qîma xwe pê neaniye.. qey çêkirina mobîl versiyonê ev qasî zehmet e? an mesrefa wê zêde ye, çi ye yanî? ev 6-7 meh in ha çêbû ha çêdibe.. eger xweyê sîstemê xwe lê neke xweyî û çênake, bi hezaran camêr hene mirov kare jê alîkariyê bixwaze, eger mesrefek zêde lê diçe, em karin di nav xwe de tiştinan bidin hev.. ji ber tunehiya mobîl versiyonê belkî 20 nivîskarên berê dinivîsandin êdî nanivîisn.. ji xwe mîrata piyasê kesad e, heta ku em yekî qayîl dikin ji bo bê û di tirşikê de binivîse hema namîne ku em xwe nayêxin di bera de.. vêca bi ser de jî pirsgirêkên bi vî awayî teknîkî derdikevin pêşiya me.. mesele ne tenê mobîl versiyon e, belkî bi dehan kêmasiyên teknîkî yên tirşikê hene.. hê jî sîstemeka wekê insanan ji bo peyam şandinê nehatiye çêkirin, hê jî sîstemeka birêkûpêk ya statîstîkên tirşikê nîne..

axirê ez dirêj nekim, berê jî min gotibû heta kêmasiyên teknîkî bên çareserkirin ez ê qederekî di tirşikê de nenivisim, lê piştÎ çend hefteyekî dema min dît halê tirşikê ne tu hal e, min bi xwe nekarî dîsa nivîsand.. lê vê carê ji ya xwe nayême xwar, heta ku hemû pirsgirêkên teknîkî çareser nebin, ez ê di tirşikê de nenivîsim..



30.06.2014 16:58 | endazer

26. versiyona ku ez bi kû ve herim ji min tê pirsÎn..

ez bi xwe re nabînim êdî di mijara pirsên pir tên pirsînê de heman pirsê dubare bikim, hevalê simurg56 heqqet ev mîrata mobîl versiyonê wê kengî dest bi îş bike?



22.02.2014 23:19 | endazer

19. versiyona ku pêdiviyeke zerûrî ye..

an divê ev versiyon were berdestkirin..

an jî divê tirşik ji bo her nivîskarekê bi riya telefonê dikeve di tirşiKê de kombersekî bikire..

hetta mrov dikare wek şÎrketên operatorên telefonan, kampanyayeke wiha jî çêke, heçiyê di tirşikê de bibe nivîskar û teehûd bike ku dê heta du salan bê navber paleyiyê ji tirşikê re bike, komberseke baş diyarî!



13.12.2013 23:29 | endazer

17. versiyona ku eger were çalakkirin herî kêm rojane deh nivîskar dê li nivîskarên dinivîsin zêde bibin..



06.12.2013 20:45 | endazer

16. versiyona ku nizanim çima Û ji ber çi ne berdest e?



06.12.2013 20:45 | endazer

8. versiyona ku bi qasê min ji hevaleka xwe bihîstiye piştî dîzayn û teswîra nÛ ya tirşikê naşixule..



05.08.2013 15:16 | endazer