Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ateîst] de;

3. çawa dibêjin femînîstiya jinan heta mêrkirinê ye komûnîstiya komûnîstan heta dewlemendbûnê ye herwiha xwudênenasiya xwudênenasan jî heta tûrbûlansekî ye..* ez bawer nakim ku tu mirov di demên tengî û tehliyê de hawara xwe negihîne xwudayekî û destê xwe li ber veneke.. li ser dev gelek mirov dikare bêje û dibêje ku ez ateîst im ya rast rêz û hurmeta min jî ji vê bawerî an bêbaweriya van canik û camêran re heye lê ez dibêjim qey piraniya van kesên ku xwe wek ateîst pênase dikin an didin nasîn wek bertekekî li hemberî kesên ku dîn û diyanetê wekê milkên bavên xwe yên tapûkirî di bin çengên xwe yên bêhnpêketî digerînin û wek çekekî li hember kesên xudanê jiyan û cîhaneke sekûler bikar tînin xwe dispêrin pişt perdeya ateîzmê..

nexwe her mirovê ku dikare bifikire û bîr bibe bivê-nevê fikra xwuda-afirînerekî pê re çêdibe an çêbûyiye..



12.07.2013 03:28 | endazer