Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [hakkarim.net] de;

5. qehwexaneya ferazî ya li ser înternetê.. min bi xwe di jiyana xwe de gelek ehmeqên mirî û ketiyê vê malperê nas kirin e.. ji ber vê malperê xwudê zane çend pîrekan ji mêrên xwe û çend şixulkeran jî ji petronên xwe tehn û azar xwarine.. tişta ku di vê malperê de bala min kişandî hemû kesên ku bi nîcnamea jinan têdikevê wekê ku ji malbat û binemala qraliyeta îngîlîzî be xwe qurre dike.. û mêrên di malperê de jî tê bêjî qey cara pêşÎn e bi jinekî re pêwendiyê datînin welê birçî welê fehş û welê xwelîser ku paşê nivîsên xwe yên di kanala chatê de nivîsîn bixwînin ez wekê navê xwe zanim ku wê dilê wan ji wan bixele.. axirê xuşkno û birano! bi qasê ku min ji gelek tiryakên vê malperê dîtî hakkarim.net xwelîserî ye, ehmeqî ye û poşmanî ye.. neçin û nelîzin û wextê xwe pê edem nekin..



20.07.2013 04:01 | endazer