Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ev ne gûyê henekan e] de;

1. biwêjek e.. Dema yek derbeyekê li yekê dide û paşê jî re dibêje “min henek kir”, yê dî jê re dibêje: “Ev ne gûyê henekan e”..



çîroka vê biwêjê jî wiha ye;



dibêjin rojekê rovî di daristanê de digeriya, çavê wî li hirçekê ket. Wî hirç didît, bes hirçê ew nedît. Rovî ji xwe re got ew ê henekekê li hirçê bike. Bi vê niyetê ji dizîka ve xwe nêzîkê hirçê kir û got: “Pixk..” Hirça reben ji tirsa du gazan ji erdê hilbeyî, bû çirçira wî û li pey xwe nenêrî û ji wir revî, çû. Piştî ji wê derê hinkê dûr ket, ew bixwe hizirî got: “Ev dengê hanê li min xerîp nehat, nebe ev dengê rovî bit.” Hema li şûn de vegeriya. Çi bibînit. Vaye rovî wê ji kena lal dibe, kena xwe li hirçê dike. Hirçê ji cih hicûm kire rovî û ew avêt erdê û gotê:

-Kuro te çima we kir?

Rovî:

-Ez benî xwe welê eciz neke, wele min henek kir.

Hirçê hema kepiya rovî bir ber gûyê xwe û gotê:

-Ev ne gûyê henekan e!.



20.04.2014 20:39 | endazer