Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê] de;

18. tiştên ku kurdan li mirovahiyê zêde kirine/15306 pirsa mala ziya çiwa bû malezya? *



20.02.2014 21:11 | endazer

11. mijara ku camêrnin bi hemdê xwe an bêhemdî û biîsrar di bin de tezên normal yên etîmolojîk yên ku hema bêje ji aliyê herkesekî ve hatiye qebûlkirin dinivîsin.. hevalno û hogirno û xweşikno cihê peyvên li jor ne ev der e.. (bnr: peyvên ku ji kurdî ketine tirkî) an (bnr: peyvên ku ji tirkî ketine kurdî)..



13.07.2013 16:25 | endazer

8. tezên ku mirov nikare bêjeya çaprazê ya ku bi rastî jî di eslê xwe de bi kurdî ye û ji herdu peyvên çep û rastê pêk hatiye di bin banê vê mijarê de binirxîne..



13.07.2013 15:38 | endazer

6. îro min ji devê hevalê xwe yê malê ku bi xwe mamoste ye û diçe qursa zimanê kurdî tezek wihareng seh kir..

got hevalekî ji min re gotiye peyva mezûnê ji peyva mezinê ya kurdî hatiye çêkirin an darêjtin.. yanî camêrnin ji bo dilê xwe li tiştinan hênik bikin tu tiştî ji xwe texsîr nakin.. tenê bi texmîn û têderxistinên ji qûna xwe îdîayên etîmolojîk didin pêş û serê xelkê gêj dikin..

mezûn peyveke esl-erebî ye û ew jî ji koka edn-ê hatiye darêjtin herwiha ez ne şaş bim têkiliya koka vê peyvê bi zimanê aramî/siryanî/akadî re jî heye..



12.07.2013 03:47 | endazer

2. tez û angaşta stêrbanûyê ya derheqê etîomolojiya navê qoserê de ye.. li gorî vê tezê qoserê navê xwe ji navê malbateka amerîkî ku demekî bi mêvandarî hatiye vî bajarî û çendekî li vî bajarî niştecih bûye standiye.. hê gelek tezên wihareng fantastîk hene lê niha nayên bîra min.. *



10.07.2013 12:22 | endazer