Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [axur] de;

1. Di vî axurî de gelek ajel hene. Li vir beşê mangeyan, tewlên hespan, koza golik û berazan, goma mîhan û koxika mirîşkan hene. Bêguman pisîk jî gelekî giring e. Ji ber ku ew bi dû mişkan dikeve û digire. Ajelên malovî di hin demsal an jî rojan de nikarin li derve bin û loma di axur û goman de dimînin. Axurê ku hûn di wêne de dibînin hejmara wan roj bi roj kêm dibe. Li gelek axurên îroyîn, wek mînak, bi tenê mange dijîn. Beşekî mezin ji karên ku bi destan dihatin kirin, êdî bi alîkariya makîneyan tê kirin. Li hinek welatan hin ajel ji demên berê bêtir di axuran de dimînin. Û ji xwe hin ajel jî qet ji axuran dernakevin.



(bnr: ansiklobediya zarokan)



10.07.2013 16:30 | endazer