Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xelatên 1. rojbûna tirşikê] de;

68. diyariyên ku ji bo tirşikê bûn prestîjeke baş lê mixabin reklama wê baş nehate kirin..

û mereq dikim, nivîskarê 21. kî ye û gelo karî diyariya xwe bistîne?



07.06.2014 23:18 | endazer

45. xelat in ku ji ber ku nivîskarê 21ê nayê zanîn, ji xeynî nivîskarên di top 20a jorÎn de, nivîskarê ewil yê ku bi peyameka taybet xwe bigihîne min, ez ê mafê xwe yê xelatwergirtinê bidimê..



24.05.2014 21:35 | endazer

42. dixwazim xelata behra min ji bo nivîskarê di rêza 21ê de ye bê dayîn..

îcar piştî hun çawane heval kî hat, ew û şansê xwe.. *



24.05.2014 21:30 | endazer

10. fikreke baş e, lê bi vî halî li gorî min ji bo nivîskarên tirşik nû nas kirîn û ne ji zû de bûyîn endam, neheqiyek e, divê ne bi salane lê bi mehane an bi hefteyane be, ev pêşbirk Û pêşbazî û tenê ne nivîskarê ku di nav hefteyekî de an di nav mehekî de herî zêde tirşlikandî, divê xwediyê peyama hefteyê an mehê ku herî zêde hatiye çeppikandin jî bê xelatkirin, lê ka ew sîstem, ku wê peyama hefteyê an mehê destnîşan bike..

li gorî min dev ji xelat melatan berdin pereyê xelatan bidin camêrekî bila mobîl versiyona tirşikê çêke, xelata herî mezin ya sala ewil ji bo tirşikê bila ev be, sala didoyê jî dîsa pereyên ji bo xelatan hatine veqetandin bidin camêrekî bila sîstema tirşikê biçekî pêşve bibe û baştir bike û çend fonksiyonên dî yên li cem ferhengên din ên tirkî heyîn li tirşikê jî zêde bike.. sala sisêyê jî pê pereyên xelatan dîsa hûn karin reklamê bidin çend kovar û rojname û malperên înternetê yên kurdî..



05.05.2014 02:08 | endazer