Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayesar

profîla "bayesar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şîrê dîya min ji min re xweş helal] de;

1. ez bawer im vê hevokê gelek deveran da hîn jî piştê ajnê tê bikaranîn.li cem me gava kesek ajnê ya xwe diqedîne berê derketinê vê hevokê dibêje.bi destê xwe pozê xwe digire,devê xwe diqefilîne û her derê xwe dixe binê avê.lê li vir çend cudatî hene.hinek kes hene xwe li ser çokan ,hinek jî hene xwe li ser piştê dixin binê avê.dûvre binê avê de heta sisê dijimêre û derdikeve jor.tevda heman hereketê sê caran tîne cîh.bi vê awayê bawer dikin ku paqij dibin.wisa xuya dike ku ev paqijbûn tenê ne a laşê ye ,paqijbûna ruhê ye jî.bi qasî ku dizanim îslamê de tiştek wisa tune.ji bo wê orîjîna vê bawerîyê pirr meraq dikim.



26.01.2014 20:31 | bayesar