Tirşik - Profîl
tirşik-profîla bayesar

profîla "bayesar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [lorke lorke] de;

3. gotinên wê wisa ne:



Ez çum mala xalê Elî

Xatûnê lorik

Berme danî dims û qelî

Delalê lorik



Min ne xwar û dilê min xelî

Xatûnê lorik

Min ne xwar û dilê min xelî

Delalê lorik



Lorke lorke lorke lorke

Xatûnê lorke

Kêrê bîne pênîr hûrke

Xanimê lorke



Ez çum mala Elîyê Zaza

Xatûnê lorke

Te li me danî goştê kaza

Delalê lorke



Min ne xwar û min ne raza

Xatûnê lorke

Min ne xwar û min ne raza

Delalê lorke



Lorke lorke lorke lorke

Xatûnê lorke

Kêrê bîne pênîr hûrke

Xanimê lorke



Li mihela Elî Paşa

Xatûnê lorik

Dengê defê gimbir gimbir

Delalê lorik



Li mihela Elî Paşa

Xatûnê lorik

Dengê zûrnê zimbir zimbir

Delalê lorik



Brader û tembûra xwe

Xatûnê lorik

Bi hawar û qêrîn û gir

Delalê lorik



Lorke lorke lorke lorke

Keç Xatûnê lorke

Kêrê bîne pênîr hûrke

Xanimê lorke



16.05.2014 12:53 | bayesar