36. Hinek ji wêneyên mehmet masum suer: |
|
05.02.2014 11:03 |
mem
|
34. xelata mehmet masum suer a 'wênekêşê mehê' a ku ji aliyê kovara light and compositionê hate dayin, di medya kurd de jî deng veda: |
|
04.02.2014 20:43 |
mem
|
33. Xelata mehmet masum suer a 'wênekêşê mehê' a ku ji aliyê kovara light and compositionê hate deyin, di medya kurd u tirk de deng veda. Medyaya tirk, nûçe bi sernivîsa 'Ji bo wênekêş suer, rûmeta mezin da. Hin navnîşânên ji medyaya tirk ev in: |
|
04.02.2014 20:31 |
mem
|
32. Ev jî navnişana wêneyê suer'e ku di kovara light and compositionê de 'Wêneyê Mehê' hate hilbijartin: |
|
04.02.2014 20:20 |
mem
|
31. Di meha Berfanbara 2013an de wêneyê süer ê ku ji çalakiya xizmen windayiyan li amedê kişandibû ji aliyê kovara navnetewî light and compositionê weke 'wêneyê Mehê' hate hilbijartin. wênekêşê kurd suer jî bi xelata 'Wênekêşê Mehê' hate xelat kirin û hevpeyvînek ku bi mehmet masum suer re hatibû çêkirin di kovarê de hate weşandin. navnişana vê hevpeyvînê ev e: |
|
04.02.2014 20:15 |
mem
|
30. 3 wêneyê mehmet masum süer, di meha (heyva) berfenbara 2013an de, di kovara navnetewî a bi navê Light and Compositionê weke 'wêneyên rojê' hatin hilbijartin ve xelat kirin. |
|
21.12.2013 10:51 |
mem
|
28. mehmet masum süer, di meha cotmehê a 2013an de di mihrîcana çand û hunerê a qerejdaxê de bi navê 'ên me' peşangehek vekir. ji her warê hunerê û ji 4 parçeyê kurdistanê, 46 portreyên hunermendên kurd ên navdar di pêşangehê de cih girtin. |
|
02.11.2013 15:29 |
mem
|
27. mehmet masum suer, di meha tebaxa 2013an de, Li Kurdistana Federal di Mihrîcana Çandê a Ranyayê de ji ber xebatên wî ên di warê çand û hunera Kurd de, bi ‘Xelata Taybet a Rûmetê’ hate xelat kirin. |
|
02.11.2013 15:26 |
mem
|
24. wêneyên mehmet masum süer di van du salên dawî de weke pirtûk, broşur, kartpostal, afiş û rêber uwd de di bi qasî 40 projeyî de hatine bikaranîn. |
|
04.09.2013 18:11 |
mem
|
23. di heman salê yanî di sala 1996'an de di şertê wan rojên giran de li ser internetê bi navê ‘kewar’ê, kovarek online damezirand û weşand. di vê malperê de gelek belge û lekolînên li ser dîroka kurdan hatin weşandin. weşana kewar’ê bi qasî 4 salan berdewam kir. |
|
04.09.2013 18:09 |
mem
|
22. di internetê de di sala 1996’an de cara yekem li ser navê heskîf(hasankeyf)’ê malperek damezirand û ji wê sale û vir de ev malper weşana xwe berdewam dike. bajarê dîrokî heskîf’ê dide nasîn. |
|
04.09.2013 18:07 |
mem
|
21. mehmet masum süer, ji ber van taybetiyên wî û têkilîyên wî en fire bi gel re, bi taybetî ji aliyê wênekeşan nayê hez kirin!... gelek wênekêş ji hesûdîyê nizanin ku ê çi bibêjin û çi bikin!.. Weke yekî ku li jor goiye; lensên fireh bikardiîne!. * |
|
01.09.2013 19:02 |
mem
|
20. mehmet masum süer, li dijî bikaranîna photoshopê ye. vê helwesta xwe li her derê diîne ziman. bernameya photoshopê nizane bikarbîne. wêneyên ku bi photoshopê li ser hatibe lîstin diyar in, bellî ne!.. yekî ku ji wênekêiyê fem neke jî kare vê guhertinê fêm bike!.. |
|
01.09.2013 18:59 |
mem
|
19. mehmet masum süer, arşîva wêneyên hunermend û siyasetmedarên kurd amade dike. heta aniha portreyên bi qasî150 kurdên navdar kişandîye. hem ji ber vê xebata wî û hem ji ber xebatên wî en li ser çand û hunera kurd, li çar parçayeên kurdistanê û li derveyî welat gelek dost û hevalên wî en hunermend û rewşenbîrên kurd hene... |
|
01.09.2013 18:57 |
mem
|
18. mehmet masum süer, cara yekemîne ku weke wênekêşekî kurd bi zimanê xwe ê dayikê xebatên xwe dimeşîne!.. |
|
01.09.2013 18:54 |
mem
|
17. mehmet masum süer, bes di sala 2012yan de, 40 çalakiyên çandî û hunerî ên kurdî şopandîye û bi qasî 5 hezar wêne di arşîva dîrokê de bi cîh kiriye. |
|
01.09.2013 18:52 |
mem
|
16. mehmet masum süer, hunermendekî kurde ku, cara yekemîne 4 wêneyên kurdekî li ser pûlên posteya tirkîye de cîh digire... |
|
01.09.2013 18:45 |
mem
|
15. mehmet masum süer, kurdeke ku cara yekemîn li Amerikayê (li eyaleta tenessee) pêşangeha wêneyan vekir... |
|
01.09.2013 18:39 |
mem
|
14. mehmet masum süer, ji aliyê şirketa pentaxê de nav wênekêşên xwe ên navnetewî de bi cîh kiriye. |
|
01.09.2013 18:34 |
mem
|
13. heta aniha 2 wêneyên mehmet masum süer, di kovara navnetewî a navdar 'national geografic'ê de dîsa her wêneyek ji nava bi qasî 3 hezar wêneyan di cîhanê de weke 'wêneyê rojê' hatin hilbijartin û xelat kirin. |
|
01.09.2013 18:27 |
mem
|
12. 6 wêneyên mehmet masum süer ji aliyê kovara navnetewî 'Light and composition'ê di rojên cuda de weke 'wêneyên rojê' hatiye hilbijartin û xelat kirin!.. |
|
01.09.2013 18:06 |
mem
|
11. mehmet masum süer kurdeke ku di lîsteya taybet a kovara navnetewî 'light and composition'ê de di nav '100 wênekêşên Hari Baş' ên cîhanê de cîh digire!.. |
|
01.09.2013 18:01 |
mem
|