Tirşik - Profîl
tirşik-profîla morîko

profîla "morîko"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kovara jehr] de;

2. giştî xwendekarên zaningeha stenbolê fanzînek derxistine. lê weke kovarekê têr û tije xuya dike. li ser rûpela wê ya facebbookê şîroveke gelek baldar heye. divÊ haya me ji vê fanzîn/kovarê hebe hevalno !



Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê kovareka kurdî ya wêjeyê derxistine. Navê vê kovara nû -hîn teze hêjmarek derketiye- Jehr e, kovar hîn bi dest min neketiye lê li gor ''jehra xwendekariya li Stenbolê'' ez texmîn dikim ku tiştên baş di kovarê de hene, tiştên jehr. Li ser mêzîna fikrên min Nûbihar, Çirûsk, W, Hinar, Zend û çend kovarên din li hêlekê kovarên xwendekaran li hêlekê. Çinku kar û barên ku xortên çak î çapik dikin tim dînamîkekê, sînerjîyekê, sîrkulasyonekê jî bi xwe re çêdikin, hele kovar, hele edebiyat, hele kurdî. Me di Pêngav û Asîvayê de ew tişta têra xwe dî, yek ji wan kevn-kal bû yek ji wan li şûna xwe sekinî, dor dora tiştên nû ye êdî. Wek kalekî bi mesele û metelokan li ser zaroyan xwe pir zane û qure dike, di hizûra hevalên xwe yên feysbûkê de ez Jehrxwendekaran pîroz dikim, ez jî xort im lo.



14.12.2013 23:01 | morîko