Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cekdar

profîla "cekdar"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [avestakurd.net] de;

11. malpera ku mirov dibêje gelik sofîstîke ye lê eslê xwe de tiştek welê nîn e.Nûçe ji yek destî der dikevin yanî ji destê dilbixwîn darayê kobanî.Heke mirov d.dara nas bike wê politikaya wê ya dijberiya pkkê jî fêm bike.Dilbixwîn dara rikberekÎ pkkê ye ji ber ku wî nekarî barê şoreşê ragire xwe ji bin bar avêt û ji med tv'yê dûr ket.Ji ber eksa ji wê demê mayî wi xwast evda xwe, tatminiya xwe pêk bîne ev hewldan jî hemî ji ber wê ye.Dema girtina roj tv dê vî camêrî şahidiyek xef ji dadgeha danimarkayê re kiriye -ji devê amed dîcle-.Nizanim bala we çûye ser, şewaza nûçeyên rûdaw tv 'yê û avestakurd.net'ê çima ev qas dişibin hev ?

Ji ber çi min digot nûçe ji destê yek kesî der dikevin. sedema wê : niha redaksîyon , xwedî, berpirsyar hemÎ yek kes e.

daxuyanî ji endamên redaksyona avestakurd ji bo raya giştî:



xwendevanên hêja,

em wek endam û hevkarên redaksyona malpera avestakurd, ji xwendevanên xwe re radighînin ku ji dema belavkirina vê daxuyaniyê û pêve em ne hevpar û hevpişkên nivîsên ku di malpera avestayê de diweşin.

me wek rojnamevan dixwest bi erkên xwe yên kurdayetî di rojnameyeke bêalî de rabin, lê me dît ku ji niha û pêve em ê nikaribin bi wî erkê pîroz rabin, loma me biryara xwevekişandinê ji malperê da.



xwendevanên rêzdar



wek hûn jî dizanin, ji sala 2008an de, bi awayekî aktîv tiştên ku ji me hat bêdudilî me kir. hinek kes ji me ji demeke dirêj ve di malperê de naxebitin, lê navên wan hîna jî li redaksyona malperê girêdayî maye.

em hêvî dikin ku di zûtirîn dem de, navê me ji redaksyonê bête rakirin.

serkeftin û pêşveçûn ji bo rojnamegeriya serbixwe

endamên ji redaksyona avestakurd yên vekişiyayî



zinar ala



lava darwîş



ezîz xemcivîn



ahîn zozanî



arşevê oskan



05.02.2011



02.03.2014 19:44 | cekdar