Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [asoya helbesta kurdî] de;

50. berra jî baş dixebitin. vê carê jî malperek çêkirine bi navê helbestakurdi.com Here lînkê

ez bûma formata biryudumkitap.comê jî pêşkeş bikira da ku kurmancî bi awayekî vîral têkeve her cîhî. Here lînkê



05.02.2019 20:40 ~20:41 | tizbîkêş

49. keda kê di vê sepanê de hebe dest û tiliyên wî ter bin.

jê wêdetir dixwazim çend gotinan li ser asoya helbesta kurdî bikim, lê ne li ser sepanê li ser hunera helbestê. erê asoya me bi nûjeniyê berfireh dibe lê îro her çiqas xwendekarekî/ê fizîkê ji newton bêhtir fizîkê bizane jî nayê vê wateya ku ew dibe newton. ê wêjeyê jî… dibe ku îro kes ji me qîma xwe bi helbesta cegerxwîn, arjen arî hwd. neyîne lê ev cegerxwîn û arjen arî tune nake. jixwe wêje jî bi vî rengî tê afirandin.

nûjenî bi tena serê xwe nayê pênasekirin, nayê şîrovekirin, nayê nirxandin jî. nûjenî bi ser kevnê re tê nirxandin. tu yê zanibî bê kevn çi ye, di çi astê de ye, çi heye, çi tuneye, çima kevn bûye. yekî/yekê ku bibêje helbesta min nûjen e divê bizanibe çima helbesta cegerxwîn yan arjen arî kevn bûye. nûjenî ne ew e ku îro çi heye tu wê bibêjî. Arjen Arî behsa efrînê nekiriye. lê efrînê gotiye jî li gorî xwe. nûjenî û kevnbûn di ser deng, form, şêwaz, bikaranîna ziman re ye. heger helbestvanek di vana de lawaz be nikare bibêje “welle ez nûjen im”.



25.01.2018 19:15 ~19:16 | tizbîkêş