Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [doctor who] de;

7. ne di nav rêzefîlmê de lê di nav du çîrokên dengî de behsa kurd kurdî kurdistanê jî kirine:

di heftemîn çîroka dengî ya bi navê cat’s cradle: warhead de, yekîneyên neteweyên yekbûyî di sala 2007an de li tirkiyê bi cî bûne. doctor û ace, ji balafirgeha london heathrowê diçin tirkiyê. di çîrokê de qala yekî bi navê mesûd dikin ku serokê leşkerên kurd ên kirêkirî ye. doctor û ace bi vê koma leşkerên kurd re peymanek girê didin û li dijî yekî bi navê vincent wheaton şer dikin.

di heştemîn çîroka dengî ya bi navê trading futures de jî, behsa kurdistanê kirine ku di nav sînorên wê de behra reş, rûsya, ûkrayna, tirkiye û gurcistana îroyîn hene.



11.05.2019 15:32 ~15:32 | tizbîkêş