Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kawayê hesinker] de;

5. bavê bêjen (bîjen) e. li gor şahnameya axayê firdewsî navekî wî yê din jî gîv e û haya kesî pê heye nizanim di xebroşkên kurmancî de wek gêv, gêvo yan gêvoyê goderz¹ derbas dibe. Here lînkê

Û helbet di helbestên melayê cizîrî de jî remzê wî heye, lê balkêş e cihê ku mela behsê jê dike qonaxa birca gayî ye, ku ga bi fariskî gav e Ango bitewîne gêv:

Romê pişt dit ‘ecemî bête fireng
Lê ne wek waqi‘eya Gêw û Peşeng
Hilbitin qenc-i ji nêv ateşê ceng


¹goderz di şahnameyê de bavê gîv (kawayê hesinker) e ku di kitêbê de wek serokê malbata goderziyan derbas dibe. ev malbat û malbata pêşdadiyan gelek lehengên wan hene. Here lînkê

(bnr: dehaq)

ezê behsa yek ji wan tiştên ku dema mirov hîn bibe bejin lê dirêj dibe jî, bikim.

(bnr: kurdalaegon)

li gor mîtos û çîrokên osetan kurdalægon xwedêyê hesingerî û hesinê ye. tiştê balkêş lehengê neteweyî yê kurdan jî xweyî heman merîfetê ye.

lê ev jî heye. Here lînkê



31.08.2020 14:56 ~2020.10.30 08:40 | tizbîkêş