Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [voltaire] de;

2. xwediyê gotina, ''ez tevlî nêrînên we nabim, lê ji bo hûn bikaribin wan nêrînên xwe bi azadî bînine ziman, dikarim canê xwe jî bidim.''ê ye.



lê dîroka mirovahiyê bi hovîtî û barbariyên li ser bingeha îdeolojî û baweriyan şîn bûne ve dagirtiye. bi gotineka din; dîroka mirovahiyê ji xwe ji vê pêştir tiştekî din nine.



nêrîn û pergalên machiavellîst, serdema engîzîsyonê, ya kemalîzmê, ya naziyan û îroj jî daîş, bi tenê çend mînak in ku li ser bingeha nêrîn, raman, bawerî û îdeolojiyên cuda şîn bûne û bûne bela serê hemû mirovahiyê û sedema travmayên pir kûr di giyan û şanikên mirovahiyê de.



loma jî ew gotin ji ber van nêrîn, bawerî û îdeolojiyan cuda negirtiye, ne rast û ne di cî de ye, bi raya min!



07.08.2016 23:21 | tizbîkêş