Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirovxwer] de;

3. di zerdeştiyê de navê canawerekî tirsnak e, bi farisî merdxor¹ (مردخوار)‎. eynî mîna şêrdal mewcûdatekî fuzyon e lê dê û babê wî wek şêrdal ne diyar e. carna ji dûpişk û mar û şêr pêk tê, carna jî serê mirovekê pê ve ye, carna bi lingê hespan dide dû mirov, carna jî bi nikilê teyrê bazan singê meriv qetqetî dike. di heman demê de arketîpa androphagosê yewnanî û sfenksê misiriyan e.

¹di farisî de dîftonga xw wek خو tê nivîsîn lê tenê x tê xwendin. ev dîftong di axaftinê de tune bûye lê seba ku dixwazin vê formê bihewînin hîna jî di nivîsan de wek ya berê tetbîq dikin.



29.08.2020 20:12 ~20:25 | tizbîkêş