Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bandor] de;

2. bi rastî jî rêwîtiya hin peyvên ku îro di kurmancî de tên emilandin gelekî balkêş e. peyva bandorê wek peyveke xwemalî ya kurdî ji hêla gelek kurdan ve li şûna tesîrê tê emilandin. gava em bala xwe didin vê peyvê ji boyunduruka tirkî xira bûye û ketiye kurdî. di kurmancî de jî bi wateya xwe ya tirkî ango di wateya nîrê de hatiye bikaranîn: “şukra xwe ji xwedê anîn, wekî em sax û selamet hatin, ketin bin bandûra mêrê ûris, ji tirsê, ji kuştinê, ji talan û tajîn xilas bûn.” (heciyê cindî, hewarî)



24.03.2020 19:50 | tizbîkêş