Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [seyadê şamê] de;

1. seyadê şamê 1922an li Bazidê ya Agirî hatiye dinê, kurê mezin ê malbata Çamlibel e. zaroktiya wî di dema Serhildana Agirî û Qirkirina Zîlanê de bû û ciwaniya wî jî di dema Şerê Cîhanê yê  de 2. bû. Ji ber ramanên wî yên siyasî ji hêla dewleta Tirk ve bi sîxûrbûna Sowyetan tê tawanbarkirin, pêşî bi malbata wî re mişextî navçeya  Alaca ya Çorumê tê kirin û piştre tê girtin. 1944an ji Girtîgeha Mumcular Erzerûmê firar dike, 26 rojan di nav berf û seqemê de xwe digihîne Îranê, li vir jî ji hêla leşkerên Yekîtiya Sowyetan ve tê girtin û bi sîxûrtiya Tirkan tê tawanbarkirin. Şamê salekê li girtîgehên Moskow û Tiflîsê tê girtin, piştre wî dişînin kampên Sibiryayê ku 9 salan êşkenceyeke giran lê dikin. Lê piştî mirina Stalîn cezayê wî diqede, li paytexta Ermenîstanê Êrîvanê bi cih dibe û li wir bi teklîfa berpirsê beşa Kurdî yê Radyoyaya Êrîvanê Xelîlê Miradovê dest bi klaman dike. Malbata wî ku heta wê gavê dibên qey li Şamê miriye, piştî 20 salan bi dengê wî yê ku di radyoyê de dibihîzin, hîn dibin ku hê dijî. Piştî 49 salan, li şûnwarê xwe vedigere. Heman salê, 20ê Îlonê li Rûsya Krasnodarê dimire. Gora Şamê hê jî li Krasnodarê ye.



24.06.2017 23:34 | tizbîkêş