Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [erdê xweda] de;

1. pirtûka şêx ehmedê xanî ya li ser astronomî û erdnîgariyê ye. xanî tê de qala gerstêrkan kiriye. lê mixabin ev pirtûka ewqas girîng, wendakirî an jî vê gavê negihiştiye destê me.

celadet alî bedirxan jî di 33emîn hejmara hawarê de, di rûpela 10an de gotiye: “li gora tiştê ko min bihîstiye xanî kitêbeke cexrafyayê jî çêkiriye û tê de qala ezman û stêrkan kiriye. herçend ez gelek lê geriyabim jî ev kitêb neket destê min.”

çima nizanim lê çi çax zanyarêd me berhemekê fennî nivîsandibin îllem bobelatek li wan berheman qewimiye û negihiştiye dewra me. mînakeke dî jî pirtûka matematîkê ya bedîûzzeman seîdê kurdî ye. di wexta ku li bajarê wanê maye di qonaxa waliyê wanê de pirtûkên li ser zanistên fennî dîtiye û bi balkêşî ew zanistên hanê di demeke kurt de bidest xistiye. di jiyana xwe ya li bajarê wanê pirtûkeke xwe ya li ser matematîkê jî nivîsandiye lê mixabin di agirekî de ew pirtûk şewitiye.



29.06.2019 01:36 ~01:37 | tizbîkêş