Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [koçek] de;

1. yanî guhçak. di nav êzidiyan da hin mirov hene ku karê wan bereksê qewalan¹ guhdarîkirin e.

berpirsiyariya wan kesan eynî wek şaman û kahînan li ser mijarên nepenî agahî dayîn e ku carna bi miriyan re û carna jî bi milyaketan re têkilî datînin û bi saya hunera guhdarîkirinê dengê wan dibihîzin. ev kes xwe ji dayikbûnê ve diyar dikin û di rojên pêş de jî ji aliyê baba şêx ve li lalişê tên ceribandin.

¹qewal: ew kes in ku kilam û qewlên êzdiyan ji ber xwe ve dibêjin.



18.08.2020 05:40 | tizbîkêş