Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [no man's land] de;

1. "No Man’s Land" yan jî bi navê xwe yê kurdî "erda bê kes û bê xwedî". rêzefîlmeke li ser şervanên YPjê ye. karekî hevpar ê fransa û Îsraîlê ye, televîzyona "arte" ya Elman-Fransî û tora medyaya dîjîtal a amerîkî "Hulu" jî di prodûksiyonê de cih girtine. Rêzefilm li derveyî Kurdistanê hatiye tomarkirin, li welatê Mexribê, li devereke nîv çiyayî. Gelek şaşiyên cografiyayê di rêzefilmê de derdikevin, lê ne pirsgirêk e, yek ji nivîskarên senaryoyê Maria Feldman wisa dibêje: "destpêkê dema di nûçeyan de me dît endamên Daişê ji dengê ku şervanên jin ên Kurd derdixin (Tilîlî) û kefiyên wan ditirsin, me xwest em tiştekî ser van şervanên jin çêkin. Lê çîrok, helbet, bi çavê kesekî biyanî bihata gotin ...me xwest rêzefilma me bila cîhanî be..."

navê wê cara pêşî ji min ve xerîb hat lê dû re min fahm kir, seba çi vî navî lê kirine. no man's land têgihek e ku weke min li jorê jî nivîsiye erd û devera bêteref e lê di peywenda vê rêzefîlmê de têgih wateyeke femînîst wergirtiye ango erda ji zilaman dûr û bi Nûr.*

Fragman:



29.11.2020 00:13 ~00:37 | tizbîkêş