Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [diyalektîka neteweyan] de;

2. ocalan jî beşîkçî jî bi dehan salan ji bo qewm netweyeke bi navê kurd li ser rûyê erdê bibe xwedî rêvebirî û îqtidarekê serbixwe an jî xweser; hizirîn, ponijîn, lê hûr bûn. ema îro ro qasê ku min ji van herdukan fahm kiriye, em tu carî ji xwe re nabin heyran.

bi berbilavbûna înternetê re êdî mirov zûtir merûzê tiştên popûler dibin. hin caran kêfa mirovan ji tiştên zirecêb re were jî, em sîmûlatîfbûna van tiştinan ji bîr dikin, wek mînak vîrûsa aîdiyeta neteweyê. ji 1789an û vir ve ye ev meseleya civakî bûye bela serê mirovahiyê. di nav 240 salan de hin netewe bûn xwedî dewlet, federasyon, mûxtariyet û hwd lêbelê hin neteweyên mîna me, kurdan jî tu statû bi dest nexistin û di nav netweyên din de hêdî hêdî winda bûn an jî wê bibin. ji bo pêşîlêbirina vê windabûnê pêşniyazekê min a makro tuneye, encax ez vê yekê fahm nakim ma ocalan û beşîkçî qey nabînin wate û fêhma statûyên civakî vediguherin?! ji rûyê pergala îroyîn a aboriyê, şirîkatiyên ewropî, amerîkî û çînî ji hin dewletan bihêztir û qewîntir bûne. divê bê dîtin ro bi ro sîmûlasyona aîdiyeta şirîkatiyan ji aîdiyeta neteweyan meqûltir dibe. sîstemên polîtîk jî wê pê re biguherin. tu civak û netewe ji vê çerxê nikare bifilite. têgeha neteweyê jî wê avê av here; êdî mirov di şûna kurdbûn û tirkbûnê de wê bi serbilindî behsê bikin, bêjin “ez xebatkarekî appleê me” an jî “ez xebatkarekî şirîkatiyek girêdayî appleê me” wek nato û yekîtiya ewropaya roja me.

em tev bûne îstatîstika xelkê bila hay ji xwe hebin: (bnr: arinlabs)



31.08.2019 02:51 ~03:15 | tizbîkêş