Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [3 body problem] de;

1. 3 body problem rêzefîlmeke xeyala zanistî ya amerîkî ye ku li ser romana çînî ya liu cixin hatiye çêkirin. di 21ê Adarê, 2024an de li ser netflixê hate pêşandan.

ye wenjie, astrofizîknasek e ku bavê wê di dema şoreşa çandî ya çînê de bi awayekî hovane tê kuştin. ew paşê ji hêla leşkeran ve ji ber paşxaneya xwe yê zanistî berev bingehekê radarê ya veşartî li deverekê dûr tê şandin. biryara ye wenji ya li wê bingehê vediguhêze heta cîh û zemana îro û dibe bara komekê zanyarên roja me û wan neçar dike ku bi xetereya herî mezin a mirovahiyê re rûbirû bimînin.

lê tiştê kir ku bêm li ser tirşikê behsa vê rêzefîlmê bikim, ev bû: di beşa 8an de sê leheng tên hilbijartin ji bo dinyayê biparêzin. yek ji wan jineke kurd e bi navê leyla ariç ku li dijî daişê bi awayekî zîrekane şer kiriye.



23.03.2024 03:06 ~2024.03.27 22:29 | tizbîkêş