Tirşik - Profîl
tirşik-profîla tizbîkêş

profîla "tizbîkêş"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selaheddînê eyûbî] de;

10. seleheddînê eyyubî wekî nasname kurd be jî, wekî jîyan, armanc û kiryarên xwe tu carî nebû kurd. ango seleheddîn tam jî kurdek li gor dilê erdogan e ku loma kesên mîna saddam, erdogan dema dikevin tengasîyê pesnê kurdayetiya selahaddîn eyyûbî didin. lewra ew kurdên mîna seleheddîn ku lehengiyê li ser navê wan û ji bo wan dike dixwazin.



encam awêneya rastiyê ne. ez dibêjim seleheddîn ev e, lê dibêjin şerefa îslamê? şerefa îslamê! me parastvanî û mêrxasiya şerefa herkesekî kir, ji bilî şerefa xwe! loma jî ew ên me ji bo şerefa wan canê xwe da, hatin û ne şeref û ne jî namûs bi me ve nehiştin. seleheddîn şerefa kê parastibe bila ew lê xwedî derkevin, lê ne kurd!



seleheddîn şûrê îslamê bû, hîn jî wisa tê naskirin û binavkirin, lê ew şûr bû ku 73 ferman li ser êzidiyan rakir û ew şûr e ku ev hezar sal in destûr nade kurd li ser navê kurd bibine xwedî holikekî jî û ew şûr e ku îroj li ser stuyê jin û bûkên me û bi zora wî şûrî her roj bi hezarê caran tecawizê namûs û şerefa kurd tê kirin. heya roja kurd xwe ji vê kambaxiyê rizgar neke û tola wê hilneyne, bi kîjan rûyî em qala şeref û namûsê dikin ez fêhm nakim û ez ê fêhm jî nekim tu carî!



07.08.2016 23:37 | tizbîkêş